Penaberên Kobanê ji Bakur û Tirkiyê vedigerin warên xwe

Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, penaberên Kobanê vedigerin bajarê xwe.

Penaberên Kobanê ji Bakur û Tirkiyê vedigerin warên xwe
Penaberên Kobanê ji Bakur û Tirkiyê vedigerin warên xwe

K24 – Kobanê

Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, penaberên Kobanê vedigerin bajarê xwe.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku bi sedan penaberên Kobanê yên li herêmên şer li Bakurê Kurdistanê diman. Ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, vedigerin bajarê xwe.

Ji ber niha bi awayekî demkî aramî vegeriyaye Kobanê, bi taybet jî piştî azadkirina Girê Sipî û derdorên wê ji destê rêxistina DAIŞê, niha bi sedan malbat ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vegeriyane Kobanê.

Piştî êrîşên DAIŞê ji 15 Îlona 2014 de wêrana gehaye bajarê Kobanê, piraniya xelkê bajêr penaberî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûbûn, heta niha jî beşek ji wan li wî welatî dimînin.