Barzanî: Ji mafê Kurdan e ku pêngava yekalîker ber bi serxwebûnê ve bavêjin

“Rewşa niha serxwebûnê garantî nake”

Barzanî: Ji mafê Kurdan e ku pêngava yekalîker ber bi serxwebûnê ve bavêjin
Barzanî: Ji mafê Kurdan e ku pêngava yekalîker ber bi serxwebûnê ve bavêjin

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, tekez kir ku, ji mafê gelê Kurd e ku “pêngavên yekalîker” ber bi serxwebûnê ve biavêje, “lê rewşa niha serxwebûnê garantî nake.”

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê ligel televîzyona Russia Today de duh, 12ê Îlonê, ragehand ku Herêma Kurdistanê pêbendî wê yekê ye ku, serxwebûneke aştiyane bidest bixe.

Barzanî da zanîn jî ku “ji mafê gelê Kurd e ku pêngava yekalîker ber bi destxistina serxwebûnê ve biavêje, lê rewşa niha serxwebûnê garantî nake.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê jî ku, ew dixwazin wê pirsê (serxwebûn) bi awayekî aştiyane û danûstandinê ligel Bexdayê çareser bikin.

Barzanî got jî ku, ew li proseya cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê “wek proseyek demokratîk a normal” dinêre.

Serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya bo Amerîkayê, di Gulana borî de, ragehandibû ku, piştî bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê, dê xelkên Herêma Kurdistanê bi rêya referandûmekê biryar li ser çarenivîsa xwe bidin.