Cizîrî ligel cenazeyan jiyan

JI ber qedexeya derketin û dorpêçê, nikarîn cenazeyan rakin.

Cizîrî ligel cenazeyan jiyan
Cizîrî ligel cenazeyan jiyan

K24- Navenda Nûçeyan

Li Taxa Nur a Cizîra Şirnexê ku ji hemû cihan zêdetir bûbû cihê şer, dîmenên balkêş derketin holê. Di 8 rojên ku derketina derve qedexe bû, malbatek di odeya rûniştinê de ligel cenazeyê xwe bi kul û keder jiyan derbas kirin.

Duh, 12ê Îlonê, dema qedexeya ketin û derketina ji bajêr rabû, rojnamevanan karîn bikevin nav Cizîrê lê li kolana Midûr ji tişta ku dîtin man matmayî. Malbatek li odeya rûniştinê li ber cenazeyê xwe rûniştibûn û rondik dibarandin. Şahîn Açikê ku nexweşiya wî ya tansiyonê hebû, ji ber nikarîbû biçe doktor canê xwe ji dest dabû.

Li kolana Varol jî Mihemed Seîd Nayci bûbû armanca guleyên polîsan û canê xwe ji dest dabû. Xwişka wî bi dilekî gelekî xembar behsa wan kêliyên nexweş kir.

Xwişka Mihemed got: "Em ji xwe li hundir bûn û tişta qewimî qewimî. Derketina derve qedexe bû me nikarîbû derkevin. Em li hundir bûn û teqe hat kirin. Haya me ji tiştekî nebû, birayê min roja Şemiyê derdora saet didûyan hat kuştin û me nikarîbû şehîdê xwe jî rakin."

 

Bavê Mihemed Seîd jî ku li şîniyê rûniştibû, got ku zêdeyî 6 saetan kurê wî di ber sînga wî de li ber xwe daye û eger ambulans bihatana dibe ku kurê wî nemiriba û rexne li hikûmeta AKPê û Erdogan girtin:

"Me ekseriya Tirkan kiriye dibêje min tu terorî, çima wê demê ti min rêdikê eskeriya xwe, kurê min berî hefteyekê bê kimlik çûye ber emniyetê, ew girtine ditîne ku ti sabiqeya wî nîne, ez çûme û min ew aniye malê, lê ev eskeriya hatiye Cizîrê ne ya Tirkiyê ye.

Ligel rabûna qedexeyê, jinan jî zend û bendên xwe badan û tenûrên xwe dadan. Lê mixabin gelek têve neçû cesedekî din hat dîtin. Cesed ê Mehmet Erdoganê 75 salî bû û tê gotin ku berî qedexe rabe bi saetekê ji mal derketiye daku nan bikire lê bûye armanca fîşekên polîsên Tirk. Heta niha nayê zanîn ka çend kuştî û birîndar hene, lê gor hevwelatiyan hejmar zêdeyî bîstan e.