Piştgiriya Rûsya ji Esed re metirsiya rojava zêdetir dike

Şêwirmenda Almanî Angela Merkel ragehand ku divê Almaniya û welatên Ewripî bi Rosya û Amerêka re danûstandinê bikin bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Piştgiriya Rûsya ji Esed re metirsiya rojava zêdetir dike
Piştgiriya Rûsya ji Esed re metirsiya rojava zêdetir dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanî Angela Merkel ragehand ku divê Almaniya û welatên Ewripî bi Rosya û Amerêka re danûstandinê bikin bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier duh, 12 Îlonê, li Berlînê bi hevşêweyên xwe yên Rûsî, Fransî û Ukranî re civiya, piştî civînê jî ragehand ku wî dît daxwazek heye bo avakirina grûpekê ji çareseriya krîza Sûriyê re.

Berî demekê çavkaniyekê gotibû ku Steinmeier û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov hevdîtineke dirêj bo Sûriyê kiribûn, her duyan jî li ser plana De mistura bo avakirina grûpên kar li hev kiribûn.

De Mistura di destpêşxeriyekê de daxwaz ji aliyê krîza Sûriyê kiribû ku di grûpên kar de beşdar bibin û ew grûp wê di bin serpirştiya NY de bin, bo gotûbêjên dosyên siyasî, destûrî, leşkerî û ewlekariyê bikin.

Ji aliyekî din ve, Rûsya roja, 11 Îlonê, gotibû ku hêzên wê yên deryayî perwerdeyê li qeraxên Sûriyê dikin, lewma daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê kir bo “bûyerên ne bi mebest” nebin.

Herwiha Steinmeier Rosya ji ber piştgîriya wê ya tekane ji rêjîma Esed re agahdar kir û got “Em hêvî dikin ku Rosya nebe aliyek ji şerê navxweyî li Sûriyê.”

Duh Şemiyê jî medyaya Sûriyê ragendibû ku du firokeyên Rûsî 80 ton ji alîkariyên mirovî gehandine Sûriyê, lê Rûsyayê ji aliyê xwe ve got ku wê çek ji Sûriyê re şandine bo şerê Sûriyê li dijî DAIŞê.

Herwiha Serokê Amerîkayê Barack Obama roja, 11 Îlonê, gotibû ku destêwerdana Rûsyayê li Sûriyê re û şandina çek û leşkeran ji aliyê Moskoyê ve “nayê qebûlkirin”.

Dîplomasiyên Ewropî jî ji piştgîriya Rûsyayê ji Esed re di metirsiyê de ne ku ev piştgîrî çareseriya siyasî li Sûriyê têk bibe.