Rûsya: Em ê li ser piştgiriya Esed berdewam bin

Pisporên leşkerî yên Rûsî li Sûriyê ne.

Rûsya: Em ê li ser piştgiriya Esed berdewam bin
Rûsya: Em ê li ser piştgiriya Esed berdewam bin

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ragehand ku, ew berdewam alîkariyan dişînin Sûriyê û dê li ser piştgiriya rejîma wî welatî jî berdewam bin.

Ajansên nûçeyan ên Rûsî duh, 13ê Îlonê, li ser zarê Sergey Lavrov veguhestine ku navborî gotiye: “Me alavên leşkerî ji Şamê re şandine, em niha jî dişînin û dê berdewam bin li ser piştgiriya leşkerî bo wê.”

Rûsya wek piştgîrê herî bihêz a rejîma Esed tê zanîn, welatên rojava bi taybet jî Amerîka ji wê piştgiriyê nerazî ne.

Lavrov gotiye jî ku, ligel wan alavên leşkerî yên ku bo Sûriyê hatine veguhestin “pisporên Rûsî jî hene, ji ber ku alîkariyê di danîna wan alavan de bikin, herwiha leşkeran li ser çawaniya bikarnîna wan perwerde bikin.”

Di vê dema dawiyê de gelek raporên rojnamevanî eşkere kirin ku, firokexaneya Laziqiye (berava Sûriyê) ketiye bin destê hêzên Rûsî de, herwiha dê Mosko wê firokexaneya wek pêgeheke leşkerî ji xwe re bikar bîne.

Van raporan jî welatên rojava û di destpêka wan de Fransa, Brîtanya, ELmanya û Amerîka dilgiran kirin, wan welatan nerazîbûna xwe anîn ziman û ragehandin ku, ew hewldanên Rûsyayê hewldanên çareserkirina krîza Sûriyê asteng dike.

Çavkaniyên Amerîkî eşkere kirine jî ku, Rûsyayê 200 leşker şandine Sûriyê û niha ligel artêşa Sûriyê şerê hêzên opozîsyonê dikin.