Rêxistina Hevkariya Islamî daxwaza pêkanîna hêzeke “aştiyê” bo Sûriyê dike

Rêxistina Hevkariya Islamî daxwaz ji NY dike ku, hêzeke taybet bi parastina aştiyê li Sûriyê ava bike, herwiha çareyeke siyasî ya bilez jî ji krîza wî welatî re bibîne.

Rêxistina Hevkariya Islamî daxwaza pêkanîna hêzeke “aştiyê” bo Sûriyê dike
Rêxistina Hevkariya Islamî daxwaza pêkanîna hêzeke “aştiyê” bo Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Hevkariya Islamî daxwaz ji NY dike ku, hêzeke taybet bi parastina aştiyê li Sûriyê ava bike, herwiha çareyeke siyasî ya bilez jî ji krîza wî welatî re bibîne.

Li navenda emîndariya giştî li Erebestana Suidiyê duh, 13 Îlonê, endamên Rêxistina Hevkariya Islamî civîneke awerte lidar xistin, bo gotûbêjiya krîza mirovî û azara koçberên Sûrî li herêmê û derve.

Piştî bidawîhatina civînê, Rêxistina Hevkariya Îslamî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku “Hêzeke Parastina Aştiyê” bo Sûriyê damezrîne, tevî dîtina çareseriyeke siyasî bo ji krîza Sûriyê re.

Rêxistina Islamî amaje kir ku divê çareyên siyasî yên bilez ji aliyê NY ve ji krîza Sûrî re werin dîtin “ji ber ku rejîma Esed tawanên şer bi mafê gelê Sûriyê dike.”

Daxuyaniyê got jî pirsa penaberên Sûrî berpirsyariya hemû endamên Rêxistina Hevkariya Islamî ye, ku divê hemû endam deryên xwe li pêş penaberên Sûrî vekin.