PDK bo HDP: Şer jî rêyek e lê baştirîn rê siyaseta demokratîk e

Şandayeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana baregeha HDPê ya li Enqereyê kir, her du aliyan amaje bi wê yekê kirin ku ew ji bo heman armancê tevdigerin.

PDK bo HDP: Şer jî rêyek e lê baştirîn rê siyaseta demokratîk e
PDK bo HDP: Şer jî rêyek e lê baştirîn rê siyaseta demokratîk e

K24 – Anqere

Şandayeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana baregeha HDPê ya li Enqereyê kir, her du aliyan amaje bi wê yekê kirin ku ew ji bo heman armancê tevdigerin.

Şandeya PDKê ya ku duh, 13 Îlonê, serdana HDPê kir û ji aliyê beverdevkê HDPê Ayhan Bilgen û Berpirsê Têkliyên bi derve ê HDP'ê Nazmi Gür pêşwazî kirin.

Şandeya PDK bi serokatiya sekreterê polîtbîroya wê Fadil Mîranî bû, navborî hêviyên xwe yên bo aştiyê anî zimên û got ku şerê çekdarî jî rêyek e lê belê baştirîn rê siyaseta demokratîk e.

Herwiha Berpirsê Têkliyên bi derve ê HDP'ê Nazmi Gür got ev şer bi daxwaza Kurdan dest pê nekiriye û bi tenê ji ber ku Erdogan nexwestiyê encamên hilbijartina qebûl bike ev şer daye destpêkirin lê rêya ku wan daye pêşiya xwe rêya demokrasî û aştiyê ye.

Mîranî ji berpirsên HDP re got ku, nabe şer di navbera HDP û AKPê de derkeve û pêwîst e ew bajarên xwe biparêzin, tekez kir jî ku, wan ew name radestî AKPê jî kiriye.