Kurdistan24
Nivîskar
YSKê pisûleya hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê radigehîne
HDP di rêzbendiya 17yem de ye.
K24- Navenda Nûçeyan
Komîteya Hilbijartinê ya Bilind li Tirkiyê (YSK), cihê partiyên siyasî yê di pisûleya hilbijartinê de diyar kir, HDP jî di rêza 17em de ye.
Serokê YSK, Sadî Guvenê duh, 13ê Îlonê, di konferenseke rojanemvanî de ragehand ku, dê 29 patî û tevgerên siyasî beşdarî hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê bibin.
Biryar e ew hilbijartinên giştî yên pêşwext li Tirkiyê roja 1ê Mijdarê birêve biçin.
Li gor psûleya ku ji aliyê YSKê ve hatiye ragehandin, Partiya Gel a Komarîxwaz (CHP) di rêzbendiya 4em, Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê (MHP) ya 13yem, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ta 17yem û Partiya Dad û Geşepêdanê jî di rêzbendiya 20em de hatiye.
Sadî Guvenê eşkere kir jî ku, li nava Tirkiyê 54 milyon û 75 hezar û 851, li derve jî 2 milyon û 895 hezar û 885 dengder hene.
Herwiha Li gor pêşbîniyên YSKê, dê li Tirkiyê 173 hezar û 672 sendoq bên danîn.
Ji ber ku di hilbijartinên 7 Huzêrana borî de ti partiyekê nikarî bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne, herwiha aliyên siyasî nikarîn hikûmeteke hevpeyman jî pêk bînin, biryara encamdana hilbijartinên pêşwext hatiye dayîn.