ENSK: PYDê ezmûna Partiya Ba’es dubare dike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji PYDê û Rêveberiya Xweser dike ku careke din “ezmûna Partiya Ba’es di Aydoliciya xwendinê de” neke.

ENSK: PYDê ezmûna Partiya Ba’es dubare dike
ENSK: PYDê ezmûna Partiya Ba’es dubare dike

K24 – Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji PYDê û Rêveberiya Xweser dike ku careke din “ezmûna Partiya Ba’es di Aydoliciya xwendinê de” neke.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê duh, 13 Îlonê, di daxuyaniyekê de valakirina gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê xiste stûyê “PYDê û Rêveberiya Xweser.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragehand jî “astengkirina xwendinê li gorî rêbazê û edyolojiyaya partiyekê ew e ku rola hêzên siyasî çalakiyên civaka sîvîl tune bike.”

Ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Xweser red dike ku wan di rêbazên xwendinê de hizr û nêrîna partiyeke siyasî ferz kirine.

Lê niha “felsefaya” rêberê PKK ê girtî Abdulla Ocalan û edyolojiyaya wê partiyê, wek waneyên serke di dibistanên Rojavayê Kurdistanê de hatine danîn

ENKS jî vê pêngava Rêveberiya Xweser red dike û radigehîne ku, ne civaka navdewletî û ne welatên herêm û heta rejîma Sûriyê jî “itîraf bi belgeyên xweseriyê” nekirine.