Lûtekeyeke lezgîn ya YEyê bo krîza penaxwazan

Wezîrên navxweyî û yên dadê yên Yekîtiya Ewripî îro li Brusselê di lûtkeyeke awerte ya lezgîn bo çareserkirina krîza penaxwazan dicivin.

Lûtekeyeke lezgîn ya YEyê bo krîza penaxwazan
Lûtekeyeke lezgîn ya YEyê bo krîza penaxwazan

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên navxweyî û yên dadê yên Yekîtiya Ewripî îro li Brusselê di lûtkeyeke awerte ya lezgîn bo çareserkirina krîza penaxwazan dicivin.

Bo dîtina çareyekê ji pêla penaxwazên ku bi ser welatên YE de diherike ve, îro 14 Îlonê û bi awayekî lezgîn û awerte, wezîrên navxweyî û yên dadê yên YEyê li Brusselê lûtkeyekê lidar dixin.

Ev lûtkeye tê piştî ragehandina Almanyayê duh girtina sînorê xwe bi Nemsayê re li pêş pêla penaxwazan.

Tê çaverêkirin ku ji mijarên sereke yên di vê lotkeyê de were gotûbêjkirin ew e pêşniyara serokê Komisyona Ewripî Jean Claude Younker “Parevekirina penaxwazan li ser hemû welatan, her welatek jî li gor aborî û karînên xwe”

Pêşniyara Younker ew bû ku 160 penaber bi vî awayî bête parvekirin (%26 para Almayayê, %20 ji Fransayê re, %12 Spanya û para mayî li welatên din)

Hin welatên YE wek Polenda, Danmark û Czeck (Çîk) bi vê pêşniyarê nerazî ne, ev yek jî nakokiyekê di navbera Almanya û Fransayê ji aliyekî (piştgîriya pêşwazîkirina penaberan dikin) û welatên din ve çê dike.

Li gor UNHCR, dora 365 hezar penaxwazî di riya deryaya Spî re ji destpêka îsal ve gihêştine Ewropayê.