Kurdistan24
Nivîskar
Kerry: Tevgerên Rûsyayê krîza Sûriyê aloztir dikin
Putin tekez li ser piştgiriya Esed dike.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê rexneyan li tevgerên Rûsya li Sûriyê digre, dibêje jî ku ew hewldan “mtirsiya alozbûn û berferehbûna milmilaniyê dixe rojevê.”
Ev bû demek ku raporên rojnamevanî li ser zarên berpirsên payebilind ên rojava vediguhêzin ku, Mosko laşker, tank, topxane û firoke jî şandine Sûriyê.
Di vê derbarê de John Kerry di peywediyeke telefonî de dilgiraniya Amerîkayê ji hevşanê xwe yê Rûsî, Sergey Lavrov re ragehand.
Kerry di wê peywendiyê de gotiye: “Piştgiriya Rûsyayê ji Esed re metirsiyên alozbûn û berferehbûna milmilaniyê dixe rojevê, herwiha hewldanên me yên hevbeş ji bo nehiştina radîkaliyê sînordar dike, eger em tekez nekin li ser dîtina çareseriyekê ji krîza li Sûriyê re bi rêya veguhestineke siyasî ya rasteqîne.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Rûsyayê Vlaimir Putin di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya welatê xwe re (TASS) tekez kir ku, wan bi hemû awayan piştgiriya Esed kiriye, dê li ser wê yekê jî berdewam bin.
Li gor pispor û bepirsên Amerîkî, Rûsya hewl dide ku firokxaneya leşkerî ya Laziqiye bixe bin kontrola xwe, da ku wek bingehekê “ji bo alîkarîkirina Esed” û şerê ”li dijî DAIŞê” bikar bîne.