Şandeya HDP'ê li Qendîlê ye

Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan HDPê çû Qendîlê û bi berpirsên KCKê re hevdîtin pêkanîn.

Şandeya HDP'ê li Qendîlê ye
Şandeya HDP'ê li Qendîlê ye

K24 – Hewlêr

Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan HDPê çû Qendîlê û bi berpirsên KCKê re hevdîtin pêkanîn.

Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdax, Parlamenterên HDPê Selma Irmak, Ertuxrul Kûrkçû ku ev  3 roj in li Başûrê Kurdistanê ne duh 15 Îlonê çûn Qendîlê û ligel berpirsên KCKê hevdîtinek kirin.

Hate zanîn ku di hevdîtinê de rewşa proseya aştî û hilbijartinên 1ê Mijdarê hatine nirxandin.

Herwiha Şandê doh û pêr jî ligel rêveberiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran hevdîtin kiribûn.

Hêjayê gotinê ye ku ev yekem hevdîtin e ku di navbera HDPê û Qendîlê de pêk tê, piştî bidawîbûna proseya aştiyê.