Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan HDPê çû Qendîlê û bi berpirsên KCKê re hevdîtin pêkanîn.
Şandeya HDP'ê li Qendîlê ye
K24 – Hewlêr
Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan HDPê çû Qendîlê û bi berpirsên KCKê re hevdîtin pêkanîn.
Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdax, Parlamenterên HDPê Selma Irmak, Ertuxrul Kûrkçû ku ev 3 roj in li Başûrê Kurdistanê ne duh 15 Îlonê çûn Qendîlê û ligel berpirsên KCKê hevdîtinek kirin.
Hate zanîn ku di hevdîtinê de rewşa proseya aştî û hilbijartinên 1ê Mijdarê hatine nirxandin.
Herwiha Şandê doh û pêr jî ligel rêveberiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran hevdîtin kiribûn.
Hêjayê gotinê ye ku ev yekem hevdîtin e ku di navbera HDPê û Qendîlê de pêk tê, piştî bidawîbûna proseya aştiyê.