Partiya Keskan ya Almanî daxwaza rawestandina şer dike

Şandek ji Partiya Keskan a Alman serdana navçeya Cizîrê kir û daxwaza rawestandina şer kir.

Partiya Keskan ya Almanî daxwaza rawestandina şer dike
Partiya Keskan ya Almanî daxwaza rawestandina şer dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek ji Partiya Keskan a Alman serdana navçeya Cizîrê kir û daxwaza rawestandina şer kir.

Hevserokên Partiya Keskan a Almanyayê Cem Ozdemir û Rebeka Herms ligel Parlamenterên HDPê Mithat Sancar û Feysel Sariyilzi duh 15 gehêştin navçeya Cizîrê ya Şirnexê.

Şandê piştî lêkolînên li navçeyê, serdana malên taziyeyan kirin.

Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir li Cizîrê ji rojnamevanan re axivî û got ku Cejna Qurbanê ji bo bêdengkirina çekan derfetek e, Ozdemir got jî, ji bo aştiyê çi ji destê wan bê ew amade ne bikin.

Rebeka Herms jî ragehand ku li her deverê cîhanê proseyên aştiyê giran dimeşin û got: “Çi dibe bila bibe divê pirs bi diyalogê bêne çareserkirin, ne bi çekan.”

Walitiya Şirnexê li navçeya Cizîrê 9 rojan qedexeya derketina kolanan ragehand û di pevçûnên vê heyamê de 23 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Partiya Keskan a Almanî di sala 1980 li bajarê karlsruhe hat damezrabdin, ji bo parastina jîngeh û pirsgirêkên demokrasiyê û azadiya jinê tevdigere.