Kurdistan24
Nivîskar
Pêşniyarên nivîskî bo pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê tên amadekirin
YNK, Goran û aliyên islamî 2 pêşnyar amade kirine
K24- Hewlêr
YNK, Gorran û her du aliyên islamî yên Kurdistanê “2 bijarde” bo çareserkrina pirsa serokatiyê amade kirin, Seidî pîre jî dibêje, ew dê berdewam bin li ser civînîn xwe.
Endamê polîtbîroya YNK, Seidî Pîre, duh, 15ê Îlonê, ji K24ê re ragehand ku, heta (4 aliyên siyasî) ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) negehine rêkeftinekê, dê li ser civînên xwe yên çar alî berdewam bin.
Her 4 alî dixwazin bi yek nêrîn û yek helwestê ligel pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê tevbigerin, li gor zanyariyên K24ê jî, 4 aliyan di civîna duh ya li Silêmaniyê “2 biardeyên nivîskî” amade kirin.
Piştî bidawîhatina 7emîn civîna aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de roj, 13ê Îlonê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên daxwaza ji aliyên siyasî kir ku, bijardeyên nivîskî di civîna bê de amade bikin.
Civînên aliyên siyasî bo çareserkirina krîza serokatiyê ji roja 19ê Tebaxê ve destpê kirine, heta niha jî negehiştine ti rêkeftinekê.
Civîna 8emîn jî dê sibe Pêncşemê li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê birêve biçe.
Heta niha xalên cihê nakokiyê di navbera aliyên siyasî de li ser: Mîkanîzma hilbijartina Serokê Herêma Kurdisanê û desthilatên wî yên siyasî û leşkerî ne.