Kurdistan24
Nivîskar
Şêx Alî: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nîn in
Kesên ku dibêjin ew dikarin Pêşmergeyan bişînin Efrînê ne raest in.
K24- Hewlêr
Sekreterî Partiya ”Wihde” dibêje ku ti hêzek bi navê Pêşmergeyên Rojava “nîn e” û “kes nikare wê hêzê bîne Efrînê û navçeyên din” ên Rojavayê Kurdistanê.
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê “Wihde” Mihyedîn Şêx Alî di hvdîtinekê de ligel çend dezgehên medyayî duh, 15ê Îlonê, ragehand ku, Pêşmergeyên Rojava “ne hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye, lê ew li Herêma Kurdistanê ne û kesê ku dibêje ew dikare wê hêzê bîne Efrînê û navçeyên din, ew nerast e.”
Şêx Alî dibêje jî ku “ew hêz ne ser bi ti partiyekê ve ye, wek ku hin alî dibêjin, vegera wê jî girêdayî biryara parlemento û hikûmetê (ya Herêma Kurdistanê) ye.”
Derbarê pirsa koçberiyê de jî, Şêx Alî dibîne ku, koçberiya xelkên Efrînê yan ji bo “berdewamkirina xwendnê” yan vedigere sedemên mirovî û rewşa jiyanê, piştgiriya xwe jî bo wî cûrê koçberiyê aniye ziman.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatine perwerdekirin, ji ber ku di şerê li dijî DAIŞê de li Başûrê Kurdistanê di çeperên pêşî de bûn, niha ezmûneke baş di şer de wergirtin, lê ji ber nakokiyên siyasî di navbera ENKSê û TEV-DEMê de heta niha nikarîne derbasî Rojavayê kurdistanê bibin.