Kurdistan24
Nivîskar
NY dest bi lêkolînên çekên kîmyayî li Sûriyê dike
Netewên Yekbûyî (NY) ragehand ku, ew dê lîkolîneke navdewletî derbarê “berbirsyarê” êrîşên kîmyayî li Sûriyê veke.
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekbûyî (NY) ragehand ku, ew dê lîkolîneke navdewletî derbarê “berbirsyarê” êrîşên kîmyayî li Sûriyê veke.
NY duh, 15 Îlonê, ragehand ku dê ew lêkolînên ji bo diyarkirina kesên berpirs li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê, bi serpereştiya Virginia Gamba be.
Hefteya borî Encûmena Asayişa Navdewletî rê dabû ku lêkolîneke hevbeş di navbera NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) de li Sûriyê çê bibe, ku her du aliyên rêjîm û opozîsyonê berpirsayetiya xwe derbarê bikaranîna çekên kîmyayî, red kiribûn.
Sûriyê di sala 2013 de razî bû ku çekên xwe yên kîmyayî radestî civaka navdewletî bike, lê Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî dibîne ku gelek caran Xaza Klorê bi awayekî “Rêbazkirî û berdewam” bikar tê, tevî ku belîkirina berpirsayetiyê ne ji erkên wê rêxistinê ye.
Di lêkolîneke berê ya NY de, hat zanîn ku Xaza “Sarîn” li Sûriyê bikar hatiye, lê di lêkolînê de ne jierkê wê bû ku berpirsyarê êrîşan belî bikin.