Yuksekdag çûna Qendîlê red dike

Fîgen Yuksekdag ragehand ku serdana wan ji Başûrê Kurdistanê bo pêşxistina peywendiyan bû û ew neçûn Qendîlê.

Yuksekdag çûna Qendîlê red dike
Yuksekdag çûna Qendîlê red dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fîgen Yuksekdag ragehand ku serdana wan ji Başûrê Kurdistanê bo pêşxistina peywendiyan bû û ew neçûn Qendîlê.

Hevseroka Giştî yê HDPê Fîgen Yuksekdag derbarê geşta xwe ya li Başûrê Kurdistanê de duh 16 Îlonê li Anqereyê kongreyeke rojnamevanî sazkir û diyar kir ku serdana wan bi armanca pêşxistina pêwendî û hevkariya di navbera partiyên Kurdî de bûye.

Yuksekdag diyar kir ku wan bi rêveberiya Tevgera Azadî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran re û herwiha fraksiyona van herdu partiyan re jî hevdîtin kirine.

Yuksekdag got ku rewşa aştiya Tirkiyê tenê bi Tirkiyê ve ne girêdatî ye. Partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê jî girê dide. Bi vê armancê serdana Başûrê Kurdistanê kirine.

Navborî got ev geşta wan ji bo pêşxistina pêwendî û hevkariya di navbera partiyên Kurdî de jî giring bûye.

Hevseroka Giştî ya HDPê ragehand ku ew dê dema pêş de ligel Partiya Demokrata Kurdistanê jî hevdîtinan bikin.

Yuksekdag da zanîn ku neçûne Qendîlê û berpirsên KCKê jî nedîtine.