Kurdistan24
Nivîskar
Dewlemendekî Misrî giravekê bi navê Alan ava dike
Dê 200 hezar penaberên Sûrî li xwe bgire.
K24- Navenda Nûçeyan
Dewlemendekî Misrî bi navê Necîb Sawîris hewldanên xwe bo kirîna giravekê ji penaberên Sûriyê re zêdetir dike, navê giravê jî dê bike Alan.
Beriya demekê Necîb Sawîris li ser Twitterê belav kiribû ku, wêneyên Alanê Kurd ew ji dil hejandin, lewma biryara kirîna 2 giravan li Yonanistanê da, ji bo pêşwazîkirin li penaberên Sûriyê bike.
Niha xewna Sawîris ji pêkhatinê nêzîk dibe, navborî ji medyayê re eşkere kir ku, wî niha du girav li Yonanistanê dîtine û ligel xwedanên wan ketiye danûstanê
Navê giravê jî dê Alan be, li ser navê zarokê Kurd ê ku li qeraxa Deryaya Spî li Tirkiyê xeniqî hatibû dîtin.
Li gor Sawîris, dê girav navbera 100-200 hezar penaberê Sûrî hembêz bike.
Sawîris jî dê bednerekê li giravê ava bike, dê penaber jî karê avakirina xanî, nexweşxane, dibîstan, rê û cade û hotêlekê bikin, di beramber de jî wê mûçeyê werbigrin.