Rûsya daxwaza “gotûbêjên leşkerî li Sûriyê” ji Amerîkayê dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, ragehand ku Rûsyayê daxwaza “gotûbêjên leşkerî” derbarê krîza Sûriyê de ji Washingtonê kiriye.

Rûsya daxwaza “gotûbêjên leşkerî li Sûriyê” ji Amerîkayê dike
Rûsya daxwaza “gotûbêjên leşkerî li Sûriyê” ji Amerîkayê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, ragehand ku Rûsyayê daxwaza “gotûbêjên leşkerî” derbarê krîza Sûriyê de ji Washingtonê kiriye.

John Kerry duh, 16 Îlonê, di konferenseke rojnamevanî de li Washingtonê, eşkere kir ku niha Koşka Spî û Wezareta Bergirî ya welatê wî, daxwaza Rûsî gotûbêj dikin.

Herwiha Kerry piştgiriya Moskoyê ji rêjîma Sûrî re rexne kir û daxwaz kir ku roleke wê ya avakî li Sûriyê hebe.

Li gor berpirsên Amerîkî, niha Rûsyayê tank, topxane, 200 leşker, firoke û helicopter veguhestine Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ew tevgerên Rûsyayê bi sedeme “alozkirina krîzê û astengkirina şerê li dijî terorê” binav kiriye.

Raporên ku li ser zarê berpirsên Amerîkî tên belav kirin, behsa wê yekê dikin ku, ew tevgerên Rûsyayê bi mebesta avakirine binkeyeke leşkerî û firokexaneykê ne li Lazqiya Sûriyê.

Rûsya jî tekez dike ku, wê berdewam piştgiriya rejîma Sûriyê kiriye, çek û teqmenî û pisporên leşkerî jê re şandine, dê li ser wê yekê jî berdewam bin.