Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê belemeke penaberên Sûriyê radwestîne
dema ku dixwestin bi rêya deryayê biçin Îtalyayê ji aliyê Fermandariya Parastina Peravên Antalyayê ve hatin girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li qezaya Manavgat a Antalyayê 260 penaberên Sûrî yên li Tirkiyê, dema ku dixwestin bi rêya deryayê biçin Îtalyayê ji aliyê Fermandariya Parastina Peravên Antalyayê ve hatin girtin.
Hêzên Fermandariya Parastina Peravan, li ser gilehiyekê, şevê din 16ê Îlonê li peravên Manavgatê belemek xist jêr çavdêriyê ku penaberên Sûriyê hilgirtibûn.
Ligel tevgereke zêde ku ji esman ve jî helîkopterê alîkarî kir, hêza navbirî karî belemê rawestîne.
Ji belemê jin û zarok jî di nav de 260 penaber hatin girtin û piştî pişkinînê ew bo Stadyuma Manavgatê hatin veguhestin.
Demek dibe çûna penaberan bo welatên Ewropayê zêde bûye û gelek caran belemên wan niqûm dibin û bi dehan kes dixeniqin an jî wenda dibin.