Kurdistan24
Nivîskar
Asayişa Hesekê û Efrînê qedexeya hatin û çûnê radigehîne
Asayişa Rojavayê Kurdistanê qedexeya hatin û çûnê li Hesekê û Efrînê ragehand, ew jî bi bihaneya “parastina welatiyan û ewlekariya giştî.”
K24- Qamişlo
Asayişa Rojavayê Kurdistanê qedexeya hatin û çûnê li Hesekê û Efrînê ragehand, ew jî bi bihaneya “parastina welatiyan û ewlekariya giştî.”
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava di daxuyaniyekê de du, 16ê Îlonê, qedexeya hatin û çûna welatî û otombîlan li nava bajarê Hesekê ji roja 18ê Îlonê û heta 28ê mehê ragehand.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, dê ji demijêr 21:00 heta demjimêr 05:00 serê sibehê, çûn û hatina welatî û otombîlan li nava bajêr qedexe ye.
Herwiha asayişê diyar kiriye ku, kesê pêbendî rênamyên qedexeyê nebe, dê were cezakirin.
Di heman demê de jî, asayişa kantona Efrînê biryara qedexeya derketina derveyî bajêr ji demjimêr 19.00 ta 06.00 sibê derxist, ku ji 17 Îlonê ve dest pê dike. Dema bidawîbûna qedexeyê jî ne xuyakirî ye.
Di vê heftiyê de 3 teqîn li bajarê Hesekê, yê ku di bin kontrola YPG û rejîma Sûriyê de ye, pêkhatine, di encamê de bi dehan welatî û endamên asayiş û YPG bûne qurbanî.