Firokeyên Brîtanî “330” çekdarên DAIŞê kuştine

wan hêzeke bejayî nîne dibe ku ew hejmar ya herî nêzîk be.

Firokeyên Brîtanî “330” çekdarên DAIŞê kuştine
Firokeyên Brîtanî “330” çekdarên DAIŞê kuştine

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Brîtanyayê ragehan ku, ji destpêka operasyonên wan ên asmanî  li dijî DAIŞê û heta niha “330” çekdarên rêxistina navborî hatine kuştin.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Bergirî yê Brîtanyayê Michael Fallon îro, 17ê Îlonê, ragehand ew nebawerin ku kesên sivîl di nav hejmara kuştiyên DAIŞê de hebin, diyar kir ku jî ji ber wan hêzeke bejayî nîne dibe ku ew hejmar ya herî nêzîk be.

Fallon da zanîn ku ji destpêka operasyonên wan yên li dijî DAIŞê û heta niha 330 çekdarên hatine kuştin.

Brîtanya bi berdewamî operasyonên esmanî bi serokatiya Amerîka li dijî rêxistina DAIŞê li Iraqê encam dide.