Opozîsyona Sûriyê “400 rokêtî” arasteyî du gundên Şîe dike

di encam de jî 17 ji her du aliyan hatin kuştin

 Opozîsyona Sûriyê “400 rokêtî” arasteyî du gundên Şîe dike
Opozîsyona Sûriyê “400 rokêtî” arasteyî du gundên Şîe dike

Opozîsyona Sûriyê bi 400 rokêt û 9 otombîlên bombekirî êrîşî du gundên Şîe li bakurê rojavayê Sûriyê dike.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan duh, 18ê Îlonê, ragehand ku hevpeymaniya grûpên opozîsyonê, ku di nav de jî eniya el-Nûsrayê û hêza el-Fetih êrîşeke tund birine ser gundên Fuha û Kefreya yên ser bi parêzgeha Idilbê ve.

Rewangeha Sûrî diya rkir ku şer û pevçûneke dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û hevpeymaniya opozîsyonê de derketiye, di encam de jî 17 ji her du aliyan hatin kuştin,  herwiha grûpên opozîsyonê her du gundên Kefreya û Fuea bi 400 rokêtan û 9 otombîlên bombekirî  hejandin.

Bi hezaran welatiyên wê navçeyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve dûrpçkirîne.

Ji aliyê xwe ve jî telefzyona Sûriyê teqîna wan 9 otombîlan redkir û ragehand ku hêzên wan ne hiştin otombîl armancên xwe cîbecî bikin.

Berî niha û di Tebaxa borî de agirbesteke du rojî di navbera aliyên kirîzê li wê deverê hatibû imzekirin lê piştî du rojan hat hilweşandin.