Parlementoya Japonê rê dide artêşê ku li derve şer bike

Parlementoya Japonê rê da artêşê da ku operasyonan li derveyî sînor encam bide.

Parlementoya Japonê rê dide artêşê ku li derve şer bike
Parlementoya Japonê rê dide artêşê ku li derve şer bike

K24- Navenda Nûçeyan

Parlementoya Japonê rê da artêşê da ku operasyonan li derveyî sînor encam bide.

Di civîna xwe ya duh, 18ê Îlonê, de Parlementoya Japonê dest bi dengdanê kir li ser proje yasaya ku rê bi şandina artêşê bo encamdana operasyonan li derveyî wî welatî dide.

Pesendkirin wê proje yasa wek xwenekê bû li cem Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe yê dibîne ku, encamdana guhertinan di siyaseta bergiriyê de tiştek lojîkî ye.

Proje yasa bi razîbûna 148 dengan hat pesend kirin, 90 parlementerî jî li dijî proje yasayê deng dabûn.

Ji dema 70 salî ev yekemîn car e ku hikûmeta Japonê rê bi şandina artêşê bi derve dide.