Kurdistan24
Nivîskar
Îran kesekî Kurd wek balyoz li Vietnamê binav dike
Desthilatdarên Îranê bo yekem car kesekî Kurd wek balyozê xwe li Vietnamê diyar kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Desthilatdarên Îranê bo yekem car kesekî Kurd wek balyozê xwe li Vietnamê diyar kir.
Li gor ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, doktorê Kurd ê bi navê Salih Edîbî wek balyozê welatê xwe li Vietnamê destnîşan kir.
Salih Edîbî helgirê bawernameya doktoreya di ziman û edeba Farisî de, herwiha beriya niha mamosta û serokê Zanîngeha Islamî ya Azad li Kurdistanê bû.
Li gor ÎRNAyê, Edîbî serokê Dezgeha Bijarde li parêzgeha Kurdistanê bû.
Herwiha navborî yekem kesê Kurd û Sine ye ku posta balyoz li Îranê bidest xistibe.
Salih Edîbî xelkê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1964an de jidayik bûye.