YE û Amerîkayê rexneyan li Tirkiyê dikin

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber helwesta li hember medyayê û rojnamevanan, bi zimanek tund rexne li Tirkiyê girt û diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevanan cihê dilgiraniyê ye.

YE û Amerîkayê rexneyan li Tirkiyê dikin
YE û Amerîkayê rexneyan li Tirkiyê dikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber helwesta li hember medyayê û rojnamevanan, bi zimanek tund rexne li Tirkiyê girt û diyar kir ku lêpirsîna li dijî rojnamevanan cihê dilgiraniyê ye.

Komisyona Yekitiya Ewropayê, derbarê operasyonên li dijî medya û ragehandinê ya li Tirkiyê duh 18 Îlonê, daxuyaniyek nivîskî weşand û lêpirsîna li dijî Ajansa Dogan jî weke xeleka dawî ya binpêkirina azadiya ragehandinê binav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku beriya niha jî gelek caran Tirkiye di van mijaran de hatiye rexnekirin û divê serdestiya yasayî, mafê azadiya bîr û raman, herwiha ragehandina azad bê parastin.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, derbarê lêpirsîna bi tohmeta propagandeya terorê rojnameya Hurriyet û Dogan Medya Grubu de hatiye vekirin, dilgiraniya xwe nîşan da.

Mark Toner diyar kir ew ligel medyaya azad û serbixwe ne û ji wan lêpirsînan jî dilgiran in ku li Tirkiyê derbarê çapemeniyê de tên kirin.

Li Tirkiyê di dema dawî de li dijî rojnameya Zaman û televizyona Samanyolu operasyon hatine kirin. Herwiha bi tometa propagandaya terorê kirine, li dijî rojnamevanên navdar Cûneyt Ozdemîr, Hasan Cemal û Ertogrûl Ozkok lêpirsîn hate destpêkirin.