Kurdistan24
Nivîskar
Bi hezaran penaber li ser sînorê Silovînyayê asê mane
Polîsa Silovîniyayê xaza firmêskrij li dijî penabarên ku dixwazin derbasî wî welatî bibin bikar tîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsa Silovîniyayê xaza firmêskrij li dijî penabarên ku dixwazin derbasî wî welatî bibin bikar tîne.
Li ber xala sînorî ya Harmitsayê ya di navbera Silovînya û Kurwatiayê de duh, 18 Îlonê, bi sedan penaber û çalakvanên Kurwatî kom bûbûn û daxwza derbasbûna Silovînyayê dikirin. Lê polîsên Silovînyayê bombeyên firmêskrij li dijî penaberan bikar anîn.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Silovînyayê Miro Cerar piştî civîna Encûmena Asayişa Navdewletî di daxuyaniyekê de ragehand ku “Heger zexta penaberan pir bibe, ewê neçar bibe karîdorina li pêş wan veke.”
Desthilatên Silovînyayê bêhtirî hezar û 700 penaber tenê duh tomar kirin, ku hejmarek mezin jî hîn li ser sînorê wî welatî ne daxwaza serbasbûnê dikin.
Piştî ku Makdonyayê Sînorên xwe li pêş pêla penaberan girt, penaber neçar bûn riyên xwe biguhêrin û berên xwe bi Korwatia û Slovînyayê din.