Bazara penîr û hingivê Qersê li Bakurê Kurdistanê daketiye

. Ji ber nebûna ewlekariya rêyan rêjeya geştyaran ji gelek daketiye.

Bazara penîr û hingivê Qersê li Bakurê Kurdistanê daketiye
Bazara penîr û hingivê Qersê li Bakurê Kurdistanê daketiye

K24-Navenda Nûçeyan

 

bazara penîr û hingivê Qersê mina berê ne zindî ye, Dikandarên penîr û hîngivfiroş jî dibêjin jiber êdî geştyar nayên herêmê, male wan jî nayê firotin.

 

Firoşyar Celal Acay ku bi salane li bazara Qersê penîr û hingiv difiroşe ji vê rewşê neraziye û dibêje, niha ji sedî dehê karê wan daketiye û ji rêvebiriya Tirkiyê û PKKê jî dixaze ku beriya hertiştî berjewendiyên hemwelatiyan li ber çav bigrin.

Acay da zanên ku êdî xelkên biyanî û geştyar nayên, yên tên jî di rê de têne kuştin û ne diyare ka kî wan tiştan dike, herwiha daxwazkir û got: Bila hemû kes destê xwe dayne ser wîcdanê xwe, ez debara xwe bi firotina hingiv û penîr dikim,  Zivistan tê, heger tiştekî nefiroşim ezê çawa debara xwe bikim.

Welatiyek din dibêje di 2 salên pêvajoya aştiyê de rewşa wan pir başbû û karê wan jî bi başî birêve diçû. Ew dibêje xelkê Qersê alîgirê aştiyê ne.

Herwiha diyarkir ku ew ji proseya aştiyê razîbûn, di salên 2013 û 14 de rewşa wan baş bû.

Navborî diyarkir û got: Divê hemû berpisên dewletê, hemû partî ji bo aştiyê kar bikin û vî şerî bidin sekinandin.

Di demên derbasbûyî de gerîlayên PKKê çendîn caran rêyên bajarê serhedê girtin û agir berdane otomobîlên leşkerî. Ji ber nebûna ewlekariya rêyan rêjeya geştyaran ji gelek daketiye.