Ji dest pêka 2015 an û heta niha 442 hezar penaber giheştine Ewropayê

herwiha "2921" penaber jî di rêkên cuda de canê xwe ji dest dane.

Ji dest pêka 2015 an û heta niha 442 hezar penaber giheştine Ewropayê
Ji dest pêka 2015 an û heta niha 442 hezar penaber giheştine Ewropayê

K24-Navenda Nûçeyan

 

Komisyona bilind a karûbarên Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve UNHCR ragehan ku ji dest pêka sala 2015 an 442 hezar penaber giheştine Ewropayê.

Di daxuyaniyekê de duh, 18ê Îlonê UNHCR ragehand ku rojane nêzîkî 4 hezar penaber digehin  girafên Yonanistanê, herwiha diyakir ku çi persiva Ewropayê derbarê kirîza wan penaberan nîne.

Daxuyaniyê da zanîn ku ji dest pêka sala 2015 ve û heta niha zêdetir ji "442" hezar û 440 koçber giheştine welatên  Ewropayê, herwiha "2921" penaber jî di rêkên cuda de canê xwe ji dest dane.

Di demê çend heftiyên borî de bi hezaran koçber sînorên Yonanistan, Hingariya, Sirbiya, Kirwatiya û Nemsayê derbaz dikin û hewla giheştina welatên Ewropayê dikin bi taybet jî Almanya.