Du zarokên din di derya Îca de xeniqîn

Li qeraxên Yonanê termê zarokeke pênc û li qeraxên Tirkiyê jî zarokeke din ya ya çar salî hatin dîtîn, herwiha gelek kes jî windayî ne. li gor medyaya Yonanê.

Du zarokên din di derya Îca de xeniqîn
Du zarokên din di derya Îca de xeniqîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qeraxên Yonanê termê zarokeke pênc û li qeraxên Tirkiyê jî zarokeke din ya ya çar salî hatin dîtîn, herwiha gelek kes jî windayî ne. li gor medyaya Yonanê.

Îro 19 Îlonê, Hat ragehandin ku termê zarokeke Sûrî ya pênc salî li qeraxên Yonanê hate dîtin, piştî binavbûna qeyika wê di derya Îca de, herwiha li gor medyaya Yonanê jî gelek kes winda ne.

Piştî dîtina termê zarokeke din ya çar salî duh li qeraxên Tişîmî ya Tirkiyê, ev zaroka pênc salî li qeraxên Yonanê hate dîtin. Ku qeyika wan hewl dida xwe bi Yonanê gihêne.

Ji aliyekî din ve, polîsên deryayî yê Yonanê karîn 13 kesan ji xeniqandinê hawar bikin, ku hîn hejmarek jî windayî ne, li wan tên gerîn.

Di birîna deryaya Îcayê de, gelek penaberên Sûrî yên ku hewl didan ku xwe bi giravên Yonanê gehînin, di deryê de xeniqîn, herwiha wêneyên wan penaberan jî cîhan bi gewrebûna dîmenên mirina wan hat hejandin.