Kurdistan24
Nivîskar
Serkirdeyekî el-Nusrayê li Idlibê hat kuştin
Di şer û pevçûnên gundên Foa û Kefreye yên Parêzgeha Idlibê de serkirdeyekî bilind yê Eniya el-Nusrayê hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di şer û pevçûnên gundên Foa û Kefreye yên Parêzgeha Idlibê de serkirdeyekî bilind yê Eniya el-Nusrayê hate kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh 19 Îlonê ragehand ku, serkirdeyê Eniya el-Nusrayê Abo el-Hesen el-Tonisî di şer û pevçûnên di navbera Nusrayê û çekdarên Berevaniya Niştimanî de li gundên Foa û Kefreya, hate kuştin.
Li gor rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehaman ku Abo el-Hesen el-Tonisî (60 salî) yek ji cîgirê serokê “Qaidê” Osama Bin Ladên bû, li Efxanistan û Iraqê jî şer kiribû.
gropa Ceyş el-Fetih ya ku ji Eniya el-Nusrayê û çend ketîbeyên din pêk tê, tevahiya parêzgeha Idlibê ji berî çend mehan ve control kiribûn, ji bilî her du gundên Şîyî Foa û Keferiya ku ji Adara borî ve ji aliyê çekdarên Ceyş el-Fetih ve dorpêç kirî ne.
Di şerê du rojan de, 21 ji çekdarên Berevaniya Niştimanî û 17 ji çekdarên Ceyş el-Fetih hatibûn kuştin, herwiha 7 kesên sîvîl jî ku di nav wan de 2 zarok in hatin kuştin.
Ji roja 18 Îlonê ve Nusrayê û Ceyş el-Fetih ve operesyonên xwe li gundên Foa û Kefreya ve tund kirine, ku her du gund bi 9 otombîlên bombebarkirî armanc kiribûn.