Ewlekariya Dêrsimê bîlançoya şer radigehîne

Berpirsên hêzên ewlekariyê li bajarê Dêrsimê dibêjin di operasyonên li hemberî PKKê de heta niha 35 gerîla şehîd bûne.

Ewlekariya Dêrsimê bîlançoya şer radigehîne
Ewlekariya Dêrsimê bîlançoya şer radigehîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên hêzên ewlekariyê li bajarê Dêrsimê dibêjin di operasyonên li hemberî PKKê de heta niha 35 gerîla şehîd bûne.

Li bajarê Dêrsimê li derûdora navçeya Xozatê çendîn roj in operasyonên berfireh didomin. Di operasyonan de firokeyên şer bikaranîn.

Rayedarên hêzên ewlekariyê dan zanîn ku di van operasyonan de rêveberên paye bilind ên rêxistinên çepgir jî nav de 35 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Heta niha 10 termên gerilayan hatine dîtin.

Li gor agahiyan, termên gerîlayan ji ber bombarandinê perçe bûne û ji bo diyarkirina nasnameya wan ji morga tibê ya bajarê Meletiyê re hatine şandin.

Heta niha ji aliyê PKKê ve di vê derbarê de ti daxuyanî nehatine dayîn.