Ehmed Turk: xweserî demokratiya Tirkiyê bi ber bi pêş ve dibe

mijara "Em Hemû Bihevre Ber Bi Rêveberiya Xweser" gotûbêj kirin.

Ehmed Turk: xweserî demokratiya Tirkiyê bi ber bi pêş ve dibe
Ehmed Turk: xweserî demokratiya Tirkiyê bi ber bi pêş ve dibe

 

K24- Navenda Nûçeyan

 

 

Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk radgehîne ku xweserî û rêvebirya xwe ser daxwazeke rewaye û dîrokiye, herwiha demokratiya tirkiyê ber bi pêşve dibe.

 

Di civînekê de duh, 19ê Îlonê Serokên Şaredariyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) yên DBPê  mijara "Em Hemû Bihevre Ber Bi Rêveberiya Xweser" gotûbêj kirin.

piştî gotûbêjeke zêde di konferansekê de banga rêveberiya xweser kirin, û encamên  dawî yên civînê ji aliyê Ahmet Turk ve hat xwendin û bal kişand ser wê yekê ku ji sedî 90ê pirsa Kurd meseleya rêveberiyên xweser ên herêmî ye.

Turk da zanîn û got "Kurd ku bi sedên sala ye li ser vê cografyayê xweser û li ser axa xwe dijîn, lê ev daxwaza wan a dîrokî û rewa careke din dijî yasa hat ragehandin.

Wek tê zanîn Kurd, li ser pirsa hun çi dixwazin, dibêjin ku em xweserî û rêveberiyên xweser dixwazin û di hemû helkeftên xwe de jî yeke anîne ziman û di heman demê de nûnerên wan jî ev xwestek anîne ziman."

Turk diyarkir jî  ku ew wek rêveberiyên xweser ên herêmî ser bi DBPê vê daxwaza xwe wek mafekî rewa dibînin û di peyrewa navxwe û programa partiya xwe de jî cih dane mijara rêveberiyên xweser.

Li gor Ahmet Turk, dê ev rêveberiya han demokrasiya Tirkiyê ber bi pêş ve bibe.

"Dewletbûna li ser bingehê netewî ku li navxwe û cihanê jî îflas bûye, nikare pirsgirêkên civakî çareser bike û di heman demê de wan kurtir dike. Em dixwazin Komara Tirkiyê û hikûmeta wê rêzê li rêveberiya xweser a gel bigire, dest ji zext û guşaran berde û li gor rêbazên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere."

Piştî daxwiyaniyê, grubek ku Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, Hevseroka BDPê Emîne Ayna û çend serokşaredariyên din jî di nav de bûn, ber bi Parka Sumer a Taxa Lalebey a Qezaya Surê Meşiyan ku gelek xendek hatibûn kolan û li wê navçeyê rewşa awerte hatibû ragehandin.