Kurdistan24
Nivîskar
Kerkûkî: PDKê piştgîriya mafê çarenivîs li Bakur û Rojava dike
Serkirdeyekî radigehîne ku ew piştgîriya mafê çarenivîs bo gelê Kurd li bakur û başûrê Kurdistanê dike.
K24 – Navenda Nûçeya
Serkirdeyekî PDKê radigehîne ku ew piştgîriya mafê çarenivîs bo gelê Kurd li bakur û başûrê Kurdistanê dike.
Endamê Endamê Polîtbîroya PDKê Kemal Kerkûkî di şeşemîn kongreya PYDê de îro 20 Îlonê, gotarek pêşkêş kir û banga partiya Rojavayê Kurdistanê kir ku bi yek helwestê şerê li dijî DAIŞê bikin
Kerkûkî amaje bi wê yekê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû hewildanên xwe kirin bo Pêşmergeyan bişîne Kobanê û li gel şervanên YPG, şerê DAIŞê bikin.
Derbarê Bakurê Kurdistanê de jî, Kerkûkî ragehand ku, PDKê piştgiriya temam ya gelê Kurd dike bo hemû mafên xwe yên rewa bidest bixe. Herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistan kir, ku xebata xwe ya aştiyane berdewam bikin.
Şeşemîn kongirya PYDê îro li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Nûnerên partiyên Başûr û Bakurê Kurdistanê jî lê amade bûn.