Kurdistan24
Nivîskar
75 leşkerên ku Amerîkayê amade kirine derbasî Sûriyê dibin
bi rêya deriyê Bab el-Selam li gel 12 otombîlên çek hilgir derbasî Sûriy bûn
K24- Navenda Nûçeyan
75 leşkerên opozîsyona Sûriyê yên ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwerdekirin derbasî Sûriyê bûn.
Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan îro, 20ê Îlonê ragehand ku ew grûpa leşkerên opozîsyonê ku ji aliyê Amerîka ve hatine perwedekirin bi rêya deriyê Bab el-Selam li gel 12 otombîlên çekhilgir derbasî Sûriy bûn.
Rewangehê diyar kir ku ew 75 leşker berî niha tevlî firqeya 30 û grûpa Siqor el-Cebel ên ku Amerîka piştgiriya wan dike, bibûn.
Ji aliyê xwe ve generalê Amerîkî Lioyd Austin roja Çarşema borî ji Kongressê re diyar kiribû ku tenê 4 yan 5 leşkerên ku ji aliyê welatê wî ve hatine perwerdekirin, di Sûriyê de mane.
Di Gulana borî de Amerîkayê proseya perwedekirina 5 heza û 400 leşkerên opozîsyona Sûriyê dest pê kirbû, lê ew prose rastî gelek pirsgrêkan bû.