Şeşemîn kongreya yasayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bidawî tê, desteyek nû tê hilbijartin.
Kongre duh, 20ê Îlonê, li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû, dê îro bi hilbijartina desteyek nû û du hevserokên nû bidawî were.
Di kongreyê PYD de, şandeyên partiyên Başûr û Bakurê Kurdistanê beşdar bûn. Şandeya PDK bi serokatiya Kemal Kerkûkî û şandeya YNK jî bi serokatiya Mela Bextiyatr bû.
PYD roja 20ê Îlona 2003an hatiye avakirin, wek baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, lê ew dibêje ku tenê edyolojiyaya wan hevbeş e