Kurdistan24
Nivîskar
Serokomarê Îranê serdana Amerîkayê dike
Yekemîn serdane piştî rêkeftina atomî.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, serdana Amerîka dike û dê ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-Moon, bicive.
Rêveberiya Peywendî û Ragehandinê li Ofîsa Hesen Rûhanî ragehand ku, navborî dê roja 24ê Îlonê serdana New Yorkê bike, ji bo beşdarîkirina di civîna Encûmena Giştî ya NY de.
Li gor ajansa fermî ya Îranê ÎRNA, Rûhanî dê di wê civînê de gotarekê pêşkeş bike. Piştre dê li civîna “Serkirdeyên Geşepêdana Berdewam yên NY” jî gotareke din pêşkeş bike.
Herwiha Serokomarê Îranê dê ligel Ban Ki-Moon û serokên çend welatê din bicive, lê ne diyare dê ligel Serokomarê Amerîka Barack Obama bicive yan na.
Piştî wan gotar û hevdîtinan, Rûhanî dê konferensekî rojnamevanî lidar bixe û tê de bersiva pirsên rojnamevanan bide.
Ev yekemîn serdana Hesen Rûhanî bo Amerîkeyê ye, piştî rêkeftina atomî ya Îran û welatên 5+1.
Civîna Encûmena Giştî ya NY roja 28ê Îlonê birêve diçe.