Rêxistinên radîkal zeviyên Efrînê desteser dikin

Çekdarên Eniya el-Nusrayê destê xwe datînin ser zevî û darên Zeytûnê yên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û guleyan bi ser gundiyan de berdidin.

Rêxistinên radîkal zeviyên Efrînê desteser dikin
Rêxistinên radîkal zeviyên Efrînê desteser dikin

K24 – Efrîn

Çekdarên Eniya el-Nusrayê destê xwe datînin ser zevî û darên Zeytûnê yên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û guleyan bi ser gundiyan de berdidin.

Li seranserî sînorê herêma Efrînê yê bi herêmên di bin destê Îsalmiyan de re hevsînor e, zevî û darên Efrîniyan bê xwedî, cot û çandin dimînin.

Di Tîrmeha borî de, çekdarên Eniya el-Nusrayê êrîşî gundên Dêwa û Dêrbelût kiribûn û rêbendek di navbera wan her du gundan û gundê Etmê yê parêzgeha Idlibê de danîbûn. Vê yekê hişt ku gundiyên Dêwa û Dêr Belûtê de nikaribin biçin nav zevî û darên xwe.

Li gor zaniyarên gundiyên Dêwa û dêr Belûtê, penaberên gundê Etmê û çekdarên el-Nusrayê destê xwe danîne ser derûdora 2 hezar darên zeytûnê, carcaran jî ji nav wan zeviyan guleyan bi ser gundiyan de berdidin.

Li navçeya Şera jî, ku ew di sînorê bajarokê Ezazê de ye û ji ber ku YPGê xendekên parastinê li nêzîkî gundên Qestel Cindo û Qitmê kolandiye, bi hezaran darên zeytonê ketine pişt xendeqê, ji du salan de gundiyên wê navçeyê nikarin berhêmên zeviyan xwe berhev bikin.

Herwiha li navçeya Şêrewa û gundên li ser çiyayê Lêlûn (Efrîn), gelek bûyerên berdana guleyan bi ser pez û şivanên wê navçeyê çê dibin, ku rewşa çêriya pez jî di aloziyê de ye.  

Ji destpêka krîza Sûriyê de herêma Efrînê ji sê aliyan ve dorpêçkiriye, aliyê çarê jî ku bi Tirkiyê re ye. Riyên çûnûhatinê û firotina berhemên çandiniya gelekî bi zehmetî tê kirin, bi ser de jî buhabûna sotemeniyê dihêle gelek zeviyên Efrînê hişk û bê çandinî bimînin.