Kurdistan24
Nivîskar
Ji bo rewşa şer li Tirkiyê şahiyeke bê zava li dar dikeve
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Kadîrlî ya bajarê Osmaniye ya Tirkiyê dawetek bê zava pêk hat, Zava li bajarê Colemêrgê leşker bû û jiber rewşa şer, destûr nedan ku beşdarê daweta xwe bibe.
Ahmet Karavelioglû û Fatma Karavelioglû, beriya salekê bûne destgirê hev û Biryar dan ku roja 18ê Îlona îsal dawetê bikin.
Dawet di roja wê de pêk hat û 3 rojan berdewam kir. Lê dawetek bê zava bû.

Ahmet Karavelioglû li bajarê Colemêrga Bakûrê Kurdistanê leşker bû, ji ber rewşa ewlekarî û şerê li herêmê, bi biryara Serfermandariya Artêşa Tirkiyê, hemû mohletên bêhnvedanan hatine ragirtin, Jiber vê jî destûr nedan ku Ahmet di daweta xwe de amade bibe.
Jiber şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de li Bakûrê Kurdistanê aloziyek rû daye û jiyana asayî ya gelek bajar û navçeyan têk çûye.
