Kurdistan24
Nivîskar
YPGê 20 “alîkarên DAIŞê” serbest berdide
YPGê 20 kesên din yên ku bi tohmeta “alîkariya DAIŞê” li Sirînê hatibûn girtin, serbest berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
YPGê 20 kesên din yên ku bi tohmeta “alîkariya DAIŞê” li Sirînê hatibûn girtin, serbest berdan.
Li gor ajansa ANHAyê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Volkana Firatê ragehandiye ku, di lêkolînan de derketiye ku “ew kes peywendiya wan bi DAIŞê re hebû lê destê wan di kuştin û tawanan de nebû.”
Roja 13ê Îlonê jî, YPGê 45 girtiyên din ên ku bi heman tohmetê hatibûn girtin, ji girtîgehên xwe serbest berdabûn.
Bi vê yekê hejmara wan kesên ku li Sirînê ji aliyê YPG ve hatine berdean digehe 65 kesî.
Gundê Sirînê nêzîkî çemê Firatê ye, xaleke stratîcîk bû di dest rêxistina DAIŞê de, YPGê jî di 27 Tîrmeha borî de ji destê DAIŞê derxistibû.