Kurdistan24
Nivîskar
Welatiyekî din ên Rojava li ser sînorê Tirkiyê hat kuştin
dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe
K24-Navenda Nûçeyan
Welatiyekî bajarê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ku dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê zêrevanên sînor ên Tirkiyê ve hat kuştin.
Di daxuyaniyekê de Asayişa Rojavayê Kurdistanê îro, 21ê Îlonê, ragehand ku welatiyê bi navê Ebdulla S.Q ku ji bajarê Serêkaniyê ye dema ku dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê çendirmeyên Tirik ve hatibû girtin û bi tundî ew işkence kiribûn.
Hêzên Asayîşa bajarê Serêkaniyê jî termê wî welatî veguhestin nexweşxaniya Rojava.
Li gor agahiyên pizîşkên dadwerî, sedema mirina navborî işkenceya ku li ser destê zêrevanên sînor ên Tirik bû.
Tê zanîn ku kiryarên wiha ji aliyê zêrevanên Tirkiyê li ser sînorên di navbera Bakur û Rojava de zê de dibin.