Kurdistan24
Nivîskar
Davutoglu hêvî dike ku HDPê di hilbijartinên pêşwext de bendê derbas neke
Li bajarê Stenbolê di pêşengtiya Platforma Hevkariya Sivîl de li dijî şer û pevçûnên dawî bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu mitîngeke hat çêkirin.
K24 - Stanbol
Li bajarê Stenbolê di pêşengtiya Platforma Hevkariya Sivîl de li dijî şer û pevçûnên dawî bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu mitîngeke hat çêkirin.
Erdogan daxwaza 550 parlementerên welatperwer kir. Davutoglu jî hêvî kir ku HDP benda hilbijartinê derbas neke..
Li bajarê Stenbolê li qada Yenîkapiyê îro 21 Îlonê, mitîngeke bi navê “li dijî terorê yek deng bi milyonan bên” hate lidarxistin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku ji bo hilbijartinên 1 Mijdarê xwe amade bikin. Bi awayeke ne eşkere Partiya Demokratîk a Gelan rexne kir û ji welatiyan xwest ku dengê xwe nedin HDPê û di bin bendê de bihêlin û got: “Em ê tekoşîna xwe heta ku çek werin danîn bidomînin. Wekî serokomarê me gotî divê ew çekan binerd bikin û piştre em amade ne ku hemû tiştan di bin şert û mercên demokrasî û aştiyê de gûftûgo bikin. Ji ber vê yekê hûn jî divê heta hilbijartinan baş bixebitin û derfet nedin wan ku bendê derbas bikin. Divê hûn baş bixebitin û AK-Partiyê dîsa bi tena sere xwe bikin hikûmet.”
Di mitingê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî jî balê kişand li ser hilbijartinan û ji welatiyan daxwaz kir ku dengê xwe bidin namzetên neteweperwer û anî ziman: “Di hilbijartinan de ez dixwazim hûn 550 parlementerên niştimanperwer ku dê dil û laşê wan ji bo vî welatî dixebite bişînin. Ev parlementerana ji kîjan partiyan be ne girîng e. Bawerim hûn fam dikin ez çi dibêjim ne wisa? Niha pêwîstiya Tirkiyeyê ji bo vê yekê re heye. Ji xeynî vîna neteweyî ti çareserî niye. Ez ji neteweya xwe bawer dikim. Hûn parlementerên niştimanperwer bişînin ya mayî hêsan e.”
Piştî şerê PKK û arteşa Tirk ku demên dawî de dijwartir bû gelek polîs û leşker jiyanên ji dest dan. Ji ber vê yekê li gelek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidar xistin. Herî dawî jî çendîn roj berê welatiyên Enqereyê bi alên Tirkî meşek lidarxistibûn.
Lê mitînga li Stenbolê rastî nerazîbûna partiyên rexnegir hat, serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ji hesaba xwe ye twîtirê ragihand ku kesên terorê mezin kirine îro bi stran û kilaman hizra têkoşînê dikin.