Kurdistan24
Nivîskar
HDPê bersiva Erdogan û Davutoglu dide
Ak Partiyê encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye, vê binketina xwe jî bi HDPê ve girêdide
K24- Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragehand ku daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Ahmed Davutoglu li pêşiya aştî, demokrasî û biratiya li Tirkiyê astengin dikin.
Di daxuyaniyekê de duh, 21ê Îlonê, berdevkê HDPê Ayhan Bilgen diyar kir ku Ak Partiyê encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye, vê binketina xwe jî bi HDPê ve girêdide lewra jî şer daye destpêkirin û welat xistine nava agirî de.
Bilgen li hember mîtînga Ak Partî ya berî du rojan li Stembolê nerzanîbûn xwe nîşanda û rexne li gotinên Erdogan girt û got; ''Weke enterê Qasimpaşayê destûr û yasayan binpê dike û Dibêje pirsa Kurd nîne.
Ayhan da zanîn ku Heger li Tirkiyê pirsa Kurd nebe, hingî pirsa Serokomarek bê berpirs û Serokwezîrek bê wesif heye.''
Ayhan bilgen herwiha daxuyand ku HDP dikare di hilbijartinên 1ê Mijdarê jî de benda % 10 î derbas bike.