Kurdistan24
Nivîskar
Derûdora firokexaneya Bexdayê tê topbarankirin
Rokêt ji navçeyeke bakurê Bexdayê hatine arastekirin.
K24- Navneda Nûçeyan
Berpirsên ewelkarî yên Iraqê ragehand ku, çend rokêt li derûdora firokexaneya Bexayê ketine, bê ku ti ziyan ji encam bikevin.
Odeya Operasyonên Bexdayê di daxuyaniyekê de ragehand ku duh, 21ê Îlonê, çend rokêtên Katyuşa li navenda leşkerî ya Nesir (rojavayê Bexdayê) li nêzîk Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew rokêt ji navçeya Tacî li bakurê Bexdayê hatibûn avêtin.
Herwiha daxuyaniyê amaje kir ku, li navçeya Tacî çend rokêt li ser du barhelgiran hatibûn danîn, çend ji wan Katyuşan hatibûn arastekirin û yên din jî hatin desteserkirin.
Li gor ku belav bûye jî, ti ziyan negehiştina firokexaneya Bexdayê ji encama wan rokêtan û tevgera firîn li firokexaneyê asayî ye.
Lê di daxuyaniyê de ne hatiye diyarkirin ka ew rokêt ji aliyê kê ve hatina arastekirin, lê DAIŞ a ku gelek navçeyên Iraqê kontrol dike, bi wan karan navdar e.