Kurdistan24
Nivîskar
Rûsya “28” firokeyan û “500” leşkerî li Sûriyê bicih dike
Piştî zêdekirina hêza xwe ya leşkerê li Sûriyê, Rûsyayê dest bi erkên çavdêriya li esmana wî welatî dike, berpirsekî Amerîkî jî qasê hêza Mosko li Şamê eşkere dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî zêdekirina hêza xwe ya leşkerê li Sûriyê, Rûsyayê dest bi erkên çavdêriya li esmana wî welatî dike, berpirsekî Amerîkî jî qasê hêza Mosko li Şamê eşkere dike.
Du berpirsên Amerîkî duh, 21 Îlonê, tekez kirin ku Rûsyayê 28 firokeyên êrîşker yên pêşketî li firoxaneya Laziqiyê (rojavayê Sûriyê) bicih kirine, herwiha firokeyên bê firokevan dest bi yekemîn erkê çavdêriya li esmana Sûriyê kirine.
Berpirsên Amerîkî amaja bi wê yekê kirin ku, firîna firokeyên Rûsyayê li esmana Sûriyê, bêyî hevahengî bi Amerîkayê re dê metirsiyê çê bike.
Cavkaniyeke taybet yê Amerîkî ji CNNê re daye zanîn ku, bêtirî 25 firokeyên êrîşker, 15 helîkopter, 9 tank, 3 sîstemên rokêtan û dora 500 leşker û pispor ên Rûsî li bajarê Lazîqiyê bicih bûne.
Amerîkayê jî derbarê wan tevgerên Rûsyayê de dibêje ku, ew tevger dê hatina radîkalên biyanî û Sûriyê zêdetir bike.
Herwiha niha danûstandinên leşkerî derbarê Sûriyê de di navbera Mosko û Washingtonê de birêve diçin, ji bo ku ti “rûbirûbûneke ne çaverêkirî” li esmana Sûriyê di navbera her du aliyan de dernekeve.