Kurdistan24
Nivîskar
Berpirsê PKKê yê Dêrsimê şehîd bû
û 24 sale jî di nava refên PKKê de ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsê leşkerê yê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) di operasyonekê de ji aliyê Tirkiyê ve şehîd bû.
Di daxuyaniyekê de Hêzên Parastina Gel(HPG)li ser malpera xwe ya fermî duh, 21ê Îlonê ragehand ku roja 16ê Îlonê artêşa Tirkiyê opoerayonek li navçeya Ovacikê pêkanî ku çar rojan şer berdewam bû.
Baskê leşkerî yê PKKê HPG diyarkirbû ku di encama wê operyasyonê de berpirsê Dêrsimê û Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Îsmaîl Aydemîr bi nasnav Baran Dêrsim û gerîlayên bi navê Abdurehman Akçin bi nasnav Erdal, Resûl Balikçi bi nasnav Cîlo û Sedat Aslan bi nasnav Botan, şehîd ketin.
Parêzgerê Dêrsimê jî beriya niha ragehandibû ku di operasyona navborî de 35 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Hate gotin ku Îsmaîl Aydemîr xelkê Dêrsimê bûye û 24 sale jî di nava refên PKKê de ye.