Li Wanê bombeyek hat teqandin, 13 leşker birîndar bûn

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê bombeyek bi otombîleke leşkerî hate teqandin, di encamê de jî 13 leşker birîndar bûn.

Li Wanê bombeyek hat teqandin, 13 leşker birîndar bûn
Li Wanê bombeyek hat teqandin, 13 leşker birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê bombeyek bi otombîleke leşkerî hate teqandin, di encamê de jî 13 leşker birîndar bûn.

Li Wanê, şeva borî 21 Îlonê,  li navçeya Çamlik a ser rêya Başkaleya Wanê, dema otombîla leşkeran derbas dibû bombeyek ji dûr ve hat teqandin ku berê hatibû danîn û 13 leşker birîndar bûn.

Li gor aliyên peywendîdar, birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Başkale hatine veguhestin û piştî hinek pişkinînan ji wir jî bo Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hatine şandin û niha di jêr çavdêriya doktoran de ne.