Di teqînên Serê Kaniyê de “10” kes bûne qurbanî

ew amar ya destpêkê ye û dibe ku bilindtir bibe.

Di teqînên Serê Kaniyê de “10”  kes bûne qurbanî
Di teqînên Serê Kaniyê de “10” kes bûne qurbanî

K24-Navenda Nûçeyan

Di her du teqînên xwekujî yên li bajarê Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanêçêbibûn, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyekê de Rêxstina Kurdî ya Bergiriyê li Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyl (DAD) duh,21ê Îlonê, ragehan ku du otombîlên bombekirî li ser rêbendeke asayişî teqiyan û di encam “10” kesan jiyana xwe ji dest da ye.

Rêxistina DAD diyar kir jî ku, ew amar ya destpêkê ye û dibe ku bilindtir bibe.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê SANA da zanîn ku di encama wan teqînan de çar kesan jiyana xwe ji dest dan û çarê din jî birîndar bûn ji bilî ziyanê madî bi kelûpelên welatiyan gihane.