Di her du teqînên xwekujî yên li bajarê Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanêçêbibûn, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyekê de Rêxstina Kurdî ya Bergiriyê li Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyl (DAD) duh,21ê Îlonê, ragehan ku du otombîlên bombekirî li ser rêbendeke asayişî teqiyan û di encam “10” kesan jiyana xwe ji dest da ye.
Rêxistina DAD diyar kir jî ku, ew amar ya destpêkê ye û dibe ku bilindtir bibe.
Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê SANA da zanîn ku di encama wan teqînan de çar kesan jiyana xwe ji dest dan û çarê din jî birîndar bûn ji bilî ziyanê madî bi kelûpelên welatiyan gihane.